Bîra Beyabanê
Li vir in peyv -bi hemû tazîtiya xwe
li vir e bêkirasiya dîrokê
Ewil şermê lê dipêçim -bi hemû kirasên xwe
dûre kirasên beyabanê jê dikim
Zanyariya xwedayî ye ev
hemû kiras ên wî ne
Binêre li min, va’y ez tazî dikim!
Hemû bînahî siyên spî ferz dikin
Xweda spî, roj spî, ez spî
û rûspîtî dibe coyek hebûnî li beyariya reş
Ruhê zimên cot dike ewil
dûre rûyê beyariya beyabanê
û okyanûs çermê beyabanê dikişkişînin
spîçolkî, li dû xwe
Li vir in peyv -bi hemû tazîtiya xwe
li vir e bêkirasiya dîrokê
Ewil şermê lê dipêçim -bi hemû kirasên xwe
dûre kirasên beyabanê jê dikim
Zanyariya xwedayî ye ev
hemû kiras ên wî ne
Binêre li min, va’y ez tazî dikim!
Hemû bînahî siyên spî ferz dikin
Xweda spî, roj spî, ez spî
û rûspîtî dibe coyek hebûnî li beyariya reş
Ruhê zimên cot dike ewil
dûre rûyê beyariya beyabanê
û okyanûs çermê beyabanê dikişkişînin
spîçolkî, li dû xwe
| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 105,00 | 105,00 |